Mijdar 15, 2025 17:29 Asia/Tehran
  • Nerazîyên himber sîyasetên dijî koçberîyê u polîsên amerîkî berbûn hev

Li şarê Şîkago yê Amerîkayê nerazîyên himber sîyasetên Donald Trump ên dijî koçberan daketin kolanan u di navbera wan u polîsan da pevçûn derket u di encamê da zêde ji 20 nerazî hatin desteserkirin.

Medyayên amerîkî ragihandin ku zêde ji 20 kes dema nerazîbûna himber sîyasetên Donald Trump ên dijî koçberan li ber dezgeheke koçberîyê li nêzîkî Şîkagoyê hatin desteserkirin.

Ji meha Îlonê va ku Trump fermana teperserkirina koçberan li Şîkagoyê daye va, neyarên vê sîyasetê bi awayekî berdewam nerazîbûnê nîşan didin.

Sîyasetên Trump ên dijî koçberan pêrgî neyartîya raya giştî ya Amerîkayê û dadwerên federal ên vî welatî bûne. 

Serepeyv