Mijdar 12, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Fransayê Amerîka bi binpêkirina qanûnên navdewletî tawanbar kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji ber kiryarên leşkerî yên Amerîkayê li herêma Karayîbê dilnigeranbûna xwe dîyar kir u ew kara binpêkirina qanûnên navdewletî zanî.

Jan Noel Baro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê got: Parîs ji ber operasyona leşekrî ya Amerîkayê li herêma Karayîbê dilnigeran e, ji ber ku lidarxistina wan operasyona binpêkirina qanûnên navdewletî ye. Lewma em tevî çavdêrîya ser wê rewşê radigihînin Amerîka bi wan operasyona qanûnên navdewletî binpê dike.

Artêşa Amerîkayê heta nika herîkêm 9 êrişî dijî gemîyên qaşo gumanbarê barkirina madeyên hişber li herêma Karayîbê û perravên oqyanûsa Aramê pêk anîye ku di encamê da herîkêm 76 kes hatine kuştin. Serokomarê Venezoelayê çend caran ragihandîye ku zêdekirina leşkerên Amerîkayê li Deryaya Karayîbê planek ji bo wêdadayîna wî ji desthilatê ye. 

Serepeyv