Mijdar 11, 2025 15:36 Asia/Tehran
  • Ulyanov: Waşîngton bila mesela ceribandinên navokî zelal bike

Wekîlê dayimî yê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyenayê bang li Amerîkayê kir ku helwesta xwe derbarê hiltamala destpêkirina ceribandinên navokî bi zelalî û hûrî û kûrî ragehîne.

Mîxaîl Ulyanov got:  Em li bendê ne Amerîka bêyî ku gelek dirêj bike bersivek guncav bide.Ulyanov ba kişand ser hez û meyla Amerîkayê jibo hebûna cih û şûneke beramber bi Rûsiyê û Çînê re di warê ceribandina navokî û got: Ji bo vê yekê hema divê ku Waşington jî mîna Moskow û Pikenê bi fermî û xwebexşane dev ji ceribandina çekên navokî berde û ez hêvî dikim biryarek wisa were dayîn.

Serepeyv