Çîn: Bila Amerîka sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne
Mijdar 07, 2025 16:29 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta Derve ya Çînê got: Divê Amerîka bi rastbêjî sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne.
Mao Nîngê got: Şiyanên navokî yên Çînê bi Amerîka û Rûsiyê re nayên qiyaskirin û daxwaza ji Çînê jibo tevlîbûna nav muzakireyên kontrolkirina çekên navokî di vê qonaxê de neheqî, nemaqûl û ne pêkan e. Berdevka Wezareta Derve ya Çînê destnîşan kir: Divê Amerîka bi rastbêjî sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne û tedbîran bigire da ku cebilxaneya xwe ya navokî kêm bike da ku şert û mercên ji bo bidestxistina bêçekkirina navokî ya cîhanî û tam pêk were. Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê pêştir ragihandibû ku wî ferman daye Wezareta Şer a vî welatî ku ku ceribandina çekên navokî ji nû ve dest pê bike.