Mijdar 02, 2025 17:50 Asia/Tehran
  • Hangarî: Piştgirîya ji Ukraynê, piştgirîya ji şêrr e

Serokwezîrê Hangariyê sîyasetên YE yên têkildarî qyrana Ukraynê rexne kir u tekez kir ku piştgirîya ji Kiyêvê bi wateya piştgirîya ji cengê ye.

Vîktor Orban got: YEyê dil heye bi saya bûdca welatên endam, alîkarîyên darayî û leşkerî ji bo Ukraynê bişîne. Eva bi vê wateya yê ye ku Birûksel diravê welatîyên ku sermalîyê didin ji bo cengê dişîne. Orban amajeyî ezmûna tal a ji ber pevçûnên berê li Ewrûpayê kir u got: Ti kesî nedixwest ku şerekî mezin bi rê bikeve, lê Ewrûpa tûşî wî bû. Nika jî ev xetera pêşberî me ye. Hangarî  divê biryareke teqil ji bo mayîna li rex aştîyê bide. Orban derbara rewşa sîyasî ya nika ya Ewrûpayê de hişyarî da u got: Rêvebirên ewrûpî tênagihîjin ku bi êgir re dilîzin. Roja îro Ewrûpa ber bi cengê va diçe. 

Serepeyv