Li zanîngeheke Amerîkayê êrişa bi çekê
Cotmeh 26, 2025 17:45 Asia/Tehran
Di enama êrişa bi çekê da li zanîngeha Lînkoln a eyaleta Pensîlvanîya ya Amerîkayê herî kêm 7 kes hatin birîndarkirin.
Dozgerîya herêma Çêstêrê ragihand ku heta nika 7 kesên gorîyê vê êrişê hatine naskirin. Rayedarên xwecî, eyaletê û federal dest bi lêkolîna derbara bûyerê da kirine. Zanîngeha Lînkoln ji hêla dîrokî va di rêza wan zanîngehan da ye ku tenê reşpostan werdigire.