Çînê li hember peymana leşkerî ya Amerîka, Avûstraliya û Îngilîsê nerizamendî nîşan da
Hikûmeta Çînê careka din neyartiya xwe ya li hember hevhatina leşkerî ya sêalî di navbera Avûstraliya, Îngilîs û Amerîkayê ragihand û pêhişyarî da ku ev hevkariya leşkerî xetera belavbûna çekên navokî zêde dike.
Gûcî Akon, berdevkê wezareta karên derve ya Çînê got: Çînê bi caran helwêsta xwe li ser vê şirîkatiya ser navê Akosê ku ji bo xurtkirina hevkariya di warê gemiyên binavî yên navokî û teknolojiyên din ên leşkerî yên pêşkevtî de hatiye amadekirin, zelal kiriye. Em dijî pêkanîna blokên leşkerî yên dijminane û her kiryarekê ne ku xetera belavbûna çekên navokî zêde dike û rikeberiya di warê çekan de gur dike. Hevhatina Akosê ku di sala 2021`ê de hat wajokirin, veguhestina herîkêm sê gemiyên navokî yên binavê yên cûreya Vîrcîniyayê ji Amerîkayê bo Avûstraliyayê digire ber xwe. Biryar e yekem gemiyên binavê ji sala 2032`an bên radestkirin.