Cotmeh 17, 2025 15:28 Asia/Tehran
  • Dadgeha Laheyê: Fermana girtina Netanyahu û Galant hîna derbasdar e

Fadî Ebdulah, berdevkê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (Lahe), tekez kir ku rawestandina çalakiyên Kerîm Xan, serdozgerê vê dadgehê, ti bandorê li ser derbasdariya fermanên girtinê yên ji bo Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, Benyamîn Netanyahu û Wezîrê Ewlehiyê yê berê, Yûav Galant nake.

Ebdullah di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya Parastina Rojnamevanan a li Dohê de ragihand ku ji bo Benyamîn Netanyahu, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst û Yûav Galant, Wezîrê Ewlehiyê yê berê yê vê rejîmê, bi tohmeta sûcên li dijî mirovantiyê fermana girtinê hatiye dayîn û divê ew fermana girtinê cih were. Ebdullah behsa şehîdkirina zêdetirî 254 rojnamevanan ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîst ve li Xezzeyê kir û got: Ev sûc wekî sûcên şer an jî sûcên li dijî mirovantiyê têne hesibandin û dadgeha Laheyê berpirsiyarê şopandina vê dozê ye.

Serepeyv