Sendêrs: Divê filistînî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356622-sendêrs_divê_filistînî_bi_xwe_çarenivîsa_xwe_diyar_bikin
Sendêrs ewlewiyeta herî giring piştrastbûna ji gihêştina alîkariyên mirovî bi destê filistîniyan da zanîn.
(last modified 2025-10-14T11:32:04+00:00 )
Çirî 14, 2025 11:56 Asia/Tehran
  • Sendêrs: Divê filistînî bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin

Sendêrs ewlewiyeta herî giring piştrastbûna ji gihêştina alîkariyên mirovî bi destê filistîniyan da zanîn.

 Bêrnî Sendêrz, Senatorê Demokrat ê Amerîkayê got: Ewlewiyeta herî giring  ev e ku em piştrast bibin ku alîkariyên mirovî piştî peymana agirbesê bighêjin destê filistîniyan. Wî bang li NY kir ku di kelekela kêmbûna xwarinê û birçîbûna berfireh li Xezzeyê, alîkariyên  xwarin û derman  bighîje destê gelê Xezzeyê.

Wî her wiha got ku civaka navneteweyî piştî wêrankirina tam a binesaziyan ji hêla Rejîma Siyonîst ve li Xezzeyê divê alîkariya ji nû ve avakirina Xezzeyê bikin û bang li filistîniyan kir ku rêveberiya vê pêvajoyê bikin û bixwe pêşeroja xwe diyar bikin.