Derxistina 4 hezar karmendên amerîkî di rojekê de
Cotmeh 13, 2025 09:10 Asia/Tehran
4 hezar karmendên Amerîkayê di rojekê de wekî beşek ji hewildana berfireh a hikûmetê jibo guhertina pêkhateyê hatine derxistin.
Girtina hikûmeta federal ku ji destpêka vê mehê ve dest pê kiriye, roj bi roj berûlayê berfirehtir digire û bandorên wê yên aborî û civakî li seranserê welêt tên hîskirin. Ev rawestandina kar ku encama nakokiya di navbera Kongre û hikûmeta Donald Trump li ser pejirandina budceya sala darayî ya nû ye, niha ji bo karker, bikirr û rêwiyên amerîkî re bûye qeyraneke rastîn. Rasêl Wût, Rêveberê Nivîsgeha Rêveberî û Budceyê ya hikûmeta Amerîkayê got ku ji karderxistin û kêmkirina karmendan destpê kiriye. Wî derbarê hejmara karmendên ku fermana derxistinê ji wan re hatiye dayîn, hûrgiliyên zêdetir nedan.