Lavrov: Ewropayê derbarê mijara navokî ya Îranê soza xwe şikand
Wezîrê Derve yê Rûsiyê, tekez kir ku welatên Rojavayî derbarê mijara navokî ya Îranê soza xwe şikandin û got: Tevî edebiyata bi tehrîk û gefên Rojava, Îranê her tim amadebûna xwe ji bo muzakiran nîşan daye.
Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsiyê bal kişand ser amadebûna Îranê ji bo vegeriyana bo muzakirên tekûz li ser bernameya navokî tevî êrişên Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser Îranê û got: Îran hez dike muzakirê bike heta dema ku Welatên Rojavayî dest bi hilêxistina mijara vegerandina Boykotan kirin, Îranê berdewam piştgirî da muzakireyan û nermbûn û xuliqkariya xwe di nêrînên xwe nîşan da. Lavrov got: Rastî ev e ku ev ne Îran bû ku Rêketina Navokî binpê kir, belku welatên Rojavayî Rêketiannama Navokî binpê kirin, ji ber vê yekê hewldana wan bona ku vegerandina boykotan qanûnî nîşan bidin pir kirêt e .