Lavrov: Ûrsêt ji bo lihevhatinê amade ye
Îlon 19, 2025 18:32 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ragihand ku ev welata amade di demajoya çareserkirina minaqişeya Ukraynê da bi dû lihevhatin û aştîyê be, bi vî mercî ku berjewendîyên emnî yên rewa yên Moskowê bên garantîkirin.
Sergey Lavrov herwiha got: Welatên rojavayî dil tinene ku hikûmeta Zelenskî biguherînin, belkî dixwazin ku beşeke Ukraynê ku piştî çareserkirina qeyranê di bin kontrola Kîyêvê da bimîne, dagir bikin. Lavrov herwiha got: YEyê naxwaze qeyrana Ukraynê were çareserkirin, belkî dil heye hêza leşkerî ya Ewrûpayê vejîne û gefên dijî Ûrsêtê biparêze.