Îlon 16, 2025 17:18 Asia/Tehran
  • Peskov: NATO bi awayekî piratîkî di halê şerê himber Ûrsêtê da ye

Berdevkê Koşka Kremlînê got: NATO bi awayekî piratîkî himber Ûrsêtê di halê şêrr da ye û vê yekê pêwîstî bi selimandinê tineye.

Dîmîtrî Peskov got ku endamên NATOyê bi awayekî rasterast û nerasterast pişta Ukraynê digirin, lewma bi awayekî piratîkî tevlî vî şerî bûne û hibmer Ûrsêtê sekinîne. Ev gotin di halekî da ne ku Radoslav Sîkorskî Wezîrê Karên Derve yê Polonîyayê gotibû ku NATO tevlî şerê himber Ûrsêtê nebûye. Gêreyên di navbera Moskow û NATOyê da bi dû idiayên Polonîyayê derheq binpêkirina sînorê hewayî yê vî welatî ji hêla Ûrsêtê va dema êrişa ser çeperên hêzên ukraynî gurr bûne. 

Serepeyv