Hişyariya rayedarên Venezuelayê derheq destdirêjiya leşkerî ya Amrîkayê
Îlon 09, 2025 18:26 Asia/Tehran
Serokomarê Venezuelayê gotiye Amerîka pêkutiyê dike ku destdirêjiya leşkerî ser Venezuelayê rewa nîşan bide.
Nîkolas Madoro rexne li Amerîkayê kir ji ber ku ji berpirsiyariya xwe wekî bikirrê herî mezin ê madên narkotîk li cîhanê direve û kempêyna agahiyên şaş ên Waşingtonê bona rewanîşandayîna êrişa leşkerî dijî vî welatê li Amerîkaya Latîn şermezar kir û got: Me biryar da ku artêşa xwe ji bo rawestana li ber vê destwerdana ku armanca wê guhertina rejîmê û dagirkirina çavkaniyên xwezayî yên welêt e bi cih bikin.