Êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Qeterê
Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku bona terorkirina berpirsên payebilind ên Hemasê ji esmîn ve êrişî ser paytexta Qeterê kiriye.
Artêşa Rejîma Siyonîst bi hêza xwe ya hewayî êrişî civîna rayedarên Hemasê li Doheya Qeterê kir. Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst 12 mûşek avêtin cihên ku rayedarên Hemasê li Doheyê kom bibûn. Ev di demekê de ye ku rayedarên vê tevgerê ji bo nirxandina plana agirbesê ya pêşniyarkirî li Xezzeyê ji hêla Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump ve civiyabûn. Kanala 12`an a Rejîma Siyonîst ragihand ku amerîkî qada hewayî ya Qeterê girtine bin kontrola xwe û ev kiryar bi hewahengiya Amerîka û Inglîzê ve cih hatiye. Di heman demê de, Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku ew êrişa tirsonekane ya Rejîma Siyonîst ser avahî û deverên niştecîbûnê yên hejmarek endamên polîtboroya Hemasê li Dohayê şermezar dike. Wezareta Derve ya Qeterê ragehand:Ev êrîşa cinayetkarane dijî hemû qanûnên navneteweyî ye û ji bo ewlehî û tenduristiya qeteriyan gefek giran e. Berdevkê Wezareta Derve her wiha wek berteka li hember êrişa rejîma Siyonîst ser Qeterê û berpirsên Hemasê got: Êrişa rejîma Siyonîst ser Qeterê pir xeternak û wekî binpêkirina prensîb, armanc û rêzikên Peymana NY ye. Îsmaîl Beqayî got: Ev kiryara rejîma Siyonîst dewama cinayetên vê rejîmê bi binpêkirina hemû norm û rêzikên navneteweyî ye. Ev kiryar kiryarek pir xeternak û cinayetkarane ye û wekî binpêkirina eşkere ya hemû qanûn û rêzikên navneteweyî ye, binpêkirina serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa Qeterê ye û êrişa ser muzakirekerên filistînî ye.Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê wek berteka li himber êrişa Rejîma Siyonîst ser civîna rêberên Hemasê li Doheyê ev kiryar cinayetkarane nirxand ku hemû pîvan û nirxên mirovî û qanûn û adetên navneteweyî yên herî bingehîn binpê dike.