Îlon 07, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Şîkago- Xwenîşandana dijî planên Trump

Li navenda şarê Şîkagoyê çend hezar kesî dest bi xwenîşandanê kirin û nerazîbûna xwe himber tundkirina bicihanîna qanûnên Trump Serokomarê Amerîkayê yên têkildarî koçberîyê û şandina Hêzên Federal bo vî şarî nîşan dan.

Xwenîşanderan ku pankardên bi nivîsarên ``Dayra Koçberî û Gumrikê hilweşînin`` û `` na ji bo Turmp û na ji bo hêzên Federal`` hildabûn, bi durişm û qêrînê dijberîya xwe hibmer sîyasetên Trump raghiandin.

Trump di 2yê Îlonê da ragihand ku ji bo sekinîna hibmer sûcan li Şîkagoyê, dê Hêzên Garda Netewî bişînê vî şarî. Çavdêr dibêjin ku ev pêngava Trump ji bo sepandina hêza leşkerî li sêyemîn şarê mezin ê vî welatî ye û li gorî ihtimaleke zêde bibe sedema minaqişeya hiqûqî di navbera wî û rayedarên herêmî de. 

Serepeyv