Efganistan- Hejmara qurbaniyên erdhejê rabû 2 hezar û 200 kesan
Îlon 04, 2025 18:04 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hejmara qurbaniyên erdheja vê dawiyê li Efxanistanê jorda çû.
Berpirsên Efxanistanê ragehandin ku hejmara qurbaniyên erdheja vê dawiyê li vî welatî gihîştiye 2 hezar û 200 kesan. 3 hezar u 640 kes jî birîndar bûne.
Erdhejek bi giranîya 6 rîştêrî sibeha 31ê Tebaxê wilayetên Nengerhar û Konar ên li rojhilatê Efxanistanê hejand û xanîyên kerpîç û kolanên tengav ên gundan wêran kir.
Bêdengiya civaka cîhanî li himber vê bûyerê û nebûna alîkariya guncav a welatên rojavayî ji bo mexdûrên erdheja li Efxanistanê bû sedem ku welatiyên Efxanistanê bi tundî rexneyê li van welatan bikin.