Pêhişyariya serokomarê Vênêzoêlayê li ser kiryara bi dijminatî ya Amerîkayê dijî welatê xwe
Serokomarê Vênêzoêlayê li ser kiryara bi dijminatî ya Amerîkayê dijî vî welatî pêhişyarî da.
Nîkolas Madoro, serokomarê Vênêzoêlayê, amajeyî şandina hêzên deryayî yên Amerîkayê li perravên vî welatî kir û got: Heşt gemiyên leşkerî yên Amerîkayê bi hezar û 200 mûşekan û gemiyeka binavî, Vênêzoêla kirine hedef û bi vî awayî ev welatê Amerîkaya Latîn bi gefa herî mezin a ku pehnava me di van sed salên dawiyê de dîtiye re rûbirûye. Madoro got: Amerîka bi gefa leşkerî, li dû guherîna desthilatê li Vênêzoêlayê ye û me ji bo sekinîna li hember zexta herî zêde ya leşkerî, bona berevaniya ji Vênêzoêlayê, amadetiya herî zêde ragihandiye û Vênêzoêla di asta herî jorîn a amadetiyê ji bo berevaniya ji aştiyê ye. Serokomarê Vênêzoêlayê di dewamê de ragihand ku 8 mîlyon û 200 hezar kes ji xelkê vî welatî ji bo berevaniya ji Vênêzoêlayê navê xwe qeyd kirine.
Madoro amajeyî zexta aborî ya Amerîkayê û welatên rojavayî dijî vî welatî kir û got: Şoreşa Bûlîvarî ya Vênêzoêlayê kariye boykot, sînordarkirinên curbicur û dorpêça aborî wêde bide. Wî di dewamê de got ku pergala aborî ya Vênêzoêlayê bi istiqrar, berxwedêr, di halê pêşketinê û pirrcur e. Serokomarê Vênêzoêlayê di pişkeke din a axiftinên xwe de got: Cîhaneka nû bi asoya geşepêdanê pêk tê ku ti kolonyalîst yan serdestîxwezekê, ne li ameîrkaya Latîn û ne jî li cîhanê nahemilîne. Madoro xelkê cîhanê re got: Ez we vedixwînim ta ku bi tecrubeya me ya demokrasiya nû û rasterast re nasyar bibin.