Tîrmeh 20, 2025 16:22 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên Ûrsêtê ser Ukraynê

Ûrsêtê êrişên bi mûşekên Balestîk û xwofirran ser hin cîyan li Ukraynê giran kir.

Di encama van êrişên Ûrsêtê da binesazîyên girîng ên şarê Sûmî`yê tûşî xisarê bûn û ceryana çend hezar malî qut bûye. 

Ûrsêtê di van êrişana da zêde ji 30 mûşek û 300 xwofirr ber bi Ukraynê va avêtîye. Ev êrişana bi dû sepandina pakêta 18an a boykotên YEyê ser Ûrsêtê da pêk hatin. Boykotên nû warên enerjî, darayî û ticareta derve yên Ûrsêtê digirin ber xwe û bi armanca kêmkirina şîyana darayî ya Moskowê ji bo domandina operasyonên leşkerî hatine darêştin. Boykotên hanê heta nika nabodreke berbiçav li bihaya diravê Ûrsêtê nekirine. 

Serepeyv