Pêgîriya Koreya Bakûr li ser piştgîriya ji Rûsiyê li hember Ûkraynê
Tîrmeh 13, 2025 14:46 Asia/Tehran
Rêberê Koreya Bakûr dilniyayî da ku wê piştgîriyê bide karên Moskoyê yên ji bo çareserkirina qeyrana Ûkraynê.
Kîm Cûng Ûn, li hevdîtina bi Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê, got: Koreya Bakûr amade ye bêyî merc piştgîriyê bide hemû kiryarên serokê Rûsiyê ji bo sekinîna li hember kokên qeyrana Ûkraynê.
Sêrgêy Şowêygo, sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê vê dawiyê di sefera xwe ya bo Piyûng Yangê ragihand ku Koreya Bakûr wê hin kesan ji bo ji nûve avakirina Korêskê bişîne Rûsiyê. Rapor nîşan didin ku Koreya Bakûr di Cotmehê de 11 hezar kesan şandibû Rûsiyê û Rûsiyê jî ragihandiye ku çar hezar kes ji Koreya Bakûr hatine şandin û biryar e 6 hezar kesên din jî ji bo ji nûve avakirina Korêskê werin şandin.