Hezîran 13, 2025 21:39 Asia/Tehran
  • Bertekên cîhanî li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê

Êrişên îro yên Rejîma Siyonîst ser axa Îranê û terora rayedarên payebilind ên leşkerî û zanyarên navokî yên Îranê rastî şermezarkiirnên berfireh ên ji hêla navnetewî ve hatine.

Welatên curbicur û gelek rayedarên navnetewî yên ji gişt cîhanê bertek nîşanî êrişa Rejîma Siyonîst ser Îranê dan. Antoniyo Gotrêş, sersekreterê NY êrişa Rejîma Siyonîst bi tundî şermezar kiriye û li ser dûhatên vê êrişa Rejîma Siyonîst pêhişyarî daye. Rayedarên YE`yê, serokomarê Tirkiyê, wezareta karên derve ya Çînê, Koşka Serokomartiya Rûsiyê, serokwezîrê Pakistanê, sersekreterê Hizbullaha Libnanê, serokwezîrê Qeterê, rayedarên Kowêyt û Iraqê, wezareta kareên derve ya Koreya Başûr, serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîqayê, kom û partiyên  filistînî, serokwezîrê Almanyayê, Wezîrê karên derve yê Avusturaliyayê, rayedarên hikûmeta Îngilîsê, wezareta karên derve ya Firansayê û welatên din di daxuyaniyên cida de êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser Îranê şermezar kirin.

Hikûmeta Yemenê jî êrişa aşkera ya Rejîma Siyonîst ser Îranê şermezar kir û pêgîrî kir ku em dilniya ne ku Komara Îslamiya Îranê dikare bersiva vê êrişê û her cure binpêkirina desthilatdarî û mafên gelê xwe bide.

Serepeyv