Hezîran 09, 2025 16:54 Asia/Tehran
  • Sêyemîn roja nerazîbûnên dijî siyasetên koçberiyê yên Trump û zêdebûna tundûtûjiya polîsên amerîkî

Alozî û bêserûberiya ji ber nerazîbûnên gelanî li himber siyasetên koçberiyê yên Trump li Losanceles û deverên din ên Amerîkayê di roja sêyem da jî berdewam bûn û ev nerazîbûn di halê berfirehbûnê da ne.

Nerazîbûnên dijî siyasetên koçberiyê yên hikûmeta Trump  di demekê de derbasî roja sêyem bûn ku tevî şandina 2 hezar hêzên garda neteweyî di navbera bi sedan nerazî û polîsan de gêre û pevçûn derketin û zirareke zav li mal û milkê giştî ket.

Xelkê nerazî li ber avahiya federal li  navenda Losancelesê kom bûn û daxwaza rawestandina bilez a êrişên  hêzên Dayra Koçberî û Gumrikê ser kar û şuxilên duyemîn bajarê herî mezin ê Amerîkayê  bi hinceta  bikarnîna koçberan ji hêla xwedîyên van  kar û şuxilan ve kirin.

Polîs û garda neteweyî yên Amerîkî  jibo belavkirina xelkê nerazî gaza rondikrêj avêtin ser wan û bi dehan kes girtin.

Serepeyv