Hezîran 08, 2025 15:37 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Olyanov li ser dûhatên pilana dije Îranê ya di Konseya Hikimdaran de

Nûnerê hertimî yê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên li Viyanayê li ser raberkirina pêşniyara biryarnameya ku ji aliyê welatên Rojavayî ve di civîna bê ya Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî de, pêhişyarî da.

Mîxayîl Olyanov pêgîrî ki ku raberkiirna biryarnameya dijî Îranê, wê dûhatên erênî bi dû xwe ve neyîne. Rapor nîşan didin ku biryar e Amerîka piştgîriyê bide biryarnameya dijî Îranê ya tiroîkaya Ewrûpayê di Konseya Hikimdaran de. Eva di halekî da ye ku Waşîngton muzakireyên nerasterast bi navbeynkariya Umanê bi Îranê re ji bo çareserkirina mijara bernama navokî pêşda dibe.

Serepeyv