Êrişên dualî yên Rûsiye û Ukraynê bi xwefir û mûşekan
Hezîran 06, 2025 13:11 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand: Me 174 xwefirên Ukraynê li esmanê parêzgehên Rûsiyê rûxandine.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê de herwiha behsa şopandin yan radûkirina sê mûşekan ser Deryaya Reş hatiye kirin. Ev di halekî de ye ku pêştir çavkaniyên Ukraynê derbarê êrişên giran ên bi mûşek û xwefiran ên Rûsiyê ser vî welatî agahî dabûn ku di encamê de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Çavkaniyên leşkerî yên Ukraynê ragihandibûn ku êrişên Rûsiyê binesazî û avahiyên Kiyevê kirine armanc û metroya vî bajarî jî zirar dîtiye.