Hezîran 05, 2025 17:23 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Di bersiva êrişên Ukraynê hemû bijare ser maseyê ne

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand: Di bersiva êrişên Ukraynê ser axa Rûsiyê hemû bijare li ser maseyê ne.

Sergey Riyabkov got: Moskow li himber êrişên Ukraynê ser axa Rûsiyê hemû riyên heyî dinirxîne û biryara dawî derbarê tedbîrên tolhildanê ser istûyê Wezareta Berevaniyê ye.

Di heftiyên derbasbûyî de, Ukraynê êrişên xwe bi xwefiran ser axa Rûsiyê pir zêde kirine. Vê dawiyê bajarên sînorî û heta baregehên mazûvanê bomberêjên stratejîk di axa Rûsiyê de, ketin ber êrişên bi xwefiran.

Ev êriş bona lawazkirina şiyanên locîstîkî û binesaziyên Rûsiyê hatine dîzaynkirin û rayedarên Moskowê hişyarî dane ku ev kiryarên bi handan dikarin bibin sedema zêdebûna pevçûnan..

Serepeyv