5 endamên nedayîmî yên Konseya Emnî ya NY hatin destnîşankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354984-5_endamên_nedayîmî_yên_konseya_emnî_ya_ny_hatin_destnîşankirin
Letonî, Behrêyn, Kongo, Lîberîya û Kolombîya di civîna hilbijartinê ya Civata Giştî ya NY da karîn kursîyekê di Konseya Emnî da bi dest bixin.
(last modified 2025-06-04T11:46:01+00:00 )
Hezîran 04, 2025 13:48 Asia/Tehran
  • 5 endamên nedayîmî yên Konseya Emnî ya NY hatin destnîşankirin

Letonî, Behrêyn, Kongo, Lîberîya û Kolombîya di civîna hilbijartinê ya Civata Giştî ya NY da karîn kursîyekê di Konseya Emnî da bi dest bixin.

Civata Giştî ya NY bi 193 endaman civîya û dengdana nihênî derheq 5 kursîyên dorveger ên Konseya Emnî ku ji 15 endaman pêk tê, li dar xist û di encamê da Behreyn bi 186 dengan, Kongo bi 183 dengan, Lîberîya bi 181 dengan, Kolombîya bi 180 dengan û Letonî bi 178 dengî bûn xwedîyê kursîyê.

Ajansa Nûçeyan a Asoşêditpressê ragihand ku 5 welatên hanê yê dewra endametîya dusalî ji Çilleya bê va di dezgeha herî xurt lê tam ducemserî ya NY da dest pê bikin.