Rûs Atom: Rewşa li hêzgeha Zaporêjiyayê di bin kontrolê da ye
Hezîran 03, 2025 18:24 Asia/Tehran
Birêvebirê Kompaniya hikûmî ya Rûs Atomê ragihand ku rewşa li hêzgeha navokî ya Zaporêjiyayê li Ûkraynê hîna di bin kontrolê da ye lê piştî êrişa kiyêvê ser binavahiyên elekterîkê, rewşa pirr aloz maye.
Rayedarên ku ji aliyê Rûsiyê ve li hêzgeha Zaporêjiyayê hatine damezirandin ragihandine ku êrişên Ûkraynê bûne sedem elekterîk di pişkên berfireh ên navçeyên di bin kontrola Rûsiyê li Zaporêjiya û Xêrsûnê li başûrê Ûkraynê were birrîn û bi sedan kes bêyî elekterîk bimînin. Bi derbasbûna zêde ji sê salan ji şerrê li Ûkraynê, Mosko û Kiyêv di dewra duyem a muzakireyên xwe yên li Stenbolê de pêşketinên kêm hebûn û helwêstên wan nêzî hev nînin. Her du alî li ser bihevreguherîna herî mezin a dîlan li hev kirin.