May 27, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Moskowa mazûvana zêde ji 100 taximên ji cîhanê

Civîna Navnetewî ya 13`an a rayedarên payebilind ên ewlehiyê di rojên Çarşemî û Pêncşemiyê yên vê heftiyê bi beşdariya zêde ji 125 taximan ji 100 welatên cîhanê û herwiha 14 rêxistinên navnetewî li Navenda Netewî ya Rûsiyê dê were lidarxistin.

Biryar e beşdarên vê civînê li ser pêkhatina mêimariyeka nû ya ewlehiya navnetewî, sekinîna li hember sextekariya înternetî û garantîkirina parastina binavahiyên istixbaratî yên girîng bi hev re bişêwirin. Serokatiya vê civînê dê li ser milê Sêrgêy Şowêygo, sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Federasiyona Rûsiyê be. Elîekber Ehmediyan, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê jî bona beşdariya di vê civînê de seredana Moskowê kiriye.

Serepeyv