Zengila xeterê li Îngilîsê hat lêxistin
May 24, 2025 15:26 Asia/Tehran
Hevdem li gel bihara herî hişk a vê sedsalê û kêmbûna berbiçav a çavkaniyên avê li Îngilîsê, pisporên vî welatî derbarê îhtîmala dubarebûna krîza hişkesaliya dîrokî ya 1976an li vî welatî hişyarî dan.
Daneyên navendên fermî yên li Îngilîsê nîşan didin ku asta avê di mexzenên bakurê rojavayê Îngilîsê pir kêm bûye.
Ji aliyê din ve, kêmbûna baranê di sê meha destpêka 2025an de, ku li gorî dayireya hewanasiya Inglîzê bihara herî hişk a zêdetirî sed salên derbasbûyî li vî welatî ye zengila kêmbûna avê li seranserê vî welatî lêxistiye.
Karzanên Saziya Jîngehê ya Inglîzê ragihandine ku heke ev demajo berdewam bike, Îngilîs dê ji ber hişkesaliyê zû bikeve rewşa awarte