Eşkerekirina derewên Trump di hevdîtina wî bi serokkomarê Efrîqaya Başûrî
Serokê polîsê Afrîqaya Başûr got ku Donald Trump di hevdîtina bi serokkomarê Afrîqaya Başûr de îdiayên bêbingeh derbarê kuştina cotkarên spîpost li vî welatê Afrîqayê xistiye rojevê.
Serokê polîsê Efrîqaya başûr wek berteka li himber derewên serokkomarê Amerîkayê derbarê kuştina cotkarên spîpost li Afrîqaya Başûr de got ku di sê mehên ewilî yên îsla de sercem şeş kuştinên têkildarî mesela erdê li Afrîqaya Başûr qewimîne ku pênc ji wan reşpost in.
Serokê polîsê Afrîqaya Başûr ev amar du roj piştî wê ragehand ku Trump di hevdîtina xwe ya bi serokkomarê Afrîqaya Başûr re li Koşka Spî de îdiaya jînosayda sipîpostan li Efrîqaya başûr xist rojevê.
Serokê polîsê Afrîqaya Başûr got: Îdiaya Trump derbarê jînosayda cotkaran qirkirina cotkarên sipîpost li Afrîqaya Başûr tam bêbingeh e.