May 21, 2025 13:06 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Ûrsêtê qet himber oltîmatuman bersiv nedaye

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê ragihand: Ûrsêt amade ye bi Ukraynê ra bikeve têkilîyê, nika dora Kîyêvê ye ku bersivê bide.

Marîya Zaxarovayê got: Zêlênskî û ewrûpî careka din basa tundkirina boykotên dijî Ûrsêtê dikin. Moskowê qer himber oltîmatuman bersiv nedaye.

Zaxarovayê herwiha got: Vê gavê bicihanîna rêkevtinameyên di navbera Ûrsêt û Ukraynê da ku li Istenbolê pêk hatin, girîng e û li gorî wan dê pêngavên din werin rakirin. Destpêkirina muzakireyan di navbera Ûrsêt û Ukraynê da xwe encameke berbiçav û balkêş e. Helbet hewlên ji bo bacistandinê û zexta welatên rojavayî encameke berovajî bi xwe ra tînin. Wî derbara ihtimala girankirina boykotên Amerîkayê yên dijî Ûrsêtê da jî got: Em dilnîya ne ku dewleta Amerîkayê bêfeydebûna zextên ser Moskowê fem dike. 

Serepeyv