Pakistan: Islamava ji ber dîplomasîya aştîxwazîyê qedrê Îranê digire
May 17, 2025 19:14 Asia/Tehran
Berdevkê Artêşa Pakistanê got ku em ji ber hewlên civaka navdewletî û welatên bira nemaze yên Îranê ku ji bo kêmkirina gêreyan rolê dilîzin, kêfxweş in.
Ehmed Şerîf Çoderî di hevpeyvînekê da got: Hin hêz li herêmê hene ku bi alîakrîya bîyanîyan lê digerin di navbera welatên bira yên navçeyê da xirabtêgiheştin û nezelalî û gêjbûn derkeve û biratî û dostî li navçeyê ji nav here.
Berdevkê Artêşa Pakistanê herwiha got ku Îran û Pakistanê peywendîyên gellek dîrokî û birayane hene û hertim di dema kêşe û pirsgirêkan da li rex hev sekinîne.
Wî herwiha got: Têhran û Islamava ji bo aştî û istiqrara mayinde li navçeyî hevkarîyê dikin.