May 08, 2025 17:12 Asia/Tehran
  • Ûrsêt: Ukraynê 488 carî agirbes binpê kirîye

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku Ukraynê ji destpêka agirbesê va heta nika 488 carî agirbes binpê kirîye.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand, di halekî da ku Viladimîr Pûtîn Serokomarê vî welatî bi boneya salvegera serketina di Şerê Cîhanî yê Duyem da agirbeseke sêrojî di şerê himber Ukraynê da ragihandîye, Ukraynê hema çend saetan piştî agirbesa demkî, ew, zêdetir ji 488 carî bin pê kirîye.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihand ku artêşa vî welatî herêma Tiroytskî li Donêtskê berî destpêbûna agirbesa demkî ya di navbera her du alîyan da, xistîye bin kontrola xwe da.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihnadk u hêzên ukraynî 2 caran hewil dane li herêma Koriskê derbasî sînorên Ûrsêtê bibin. 

 

Serepeyv