May 08, 2025 16:23 Asia/Tehran
  • Vatîkan: Popê nû hê nehatîye bijartin

Çavkanîyên nûçeyan careka din ragihandin ku dûkela reş ji borîya dûkelê ya Kilîseya Sîstîn a Vatîkanê rabû ku nîşaneyek e.

Li gorî agahîyan, kardînalên pillebilind li Vatîkanê hewil didin ku Popê nû hilbijêrin û di vê navberê da dûkela reş ji borîya dûkelê ya Kilîseya Sîstîn a Vatîkanê rabû ku nîşan ddie Pop hê nehatîye hilbijartin. 

Rabûna dûkela reş ji banê Kilîseya Sîstînê li Vatîkanê nîşane û nerîtek e ku nîşan dide kardînalên kilîseya katolîk dîsan nekarîne Popê nû hilbijêrin.

Kardînalên payebilind ên katolîk ji duh va piştî biawîhatina merasima rakirin û definkirina rêberê berê yê katolîkên cîhanê li Kilîseya Sîstînê bi awayekî nihênî civîyan û dengdsana ji bo hilbijartina Popê nû dest pê kirin.