May 03, 2025 16:38 Asia/Tehran

Nûnerê dayimî yê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî li Viyenê, pêgirî ser piştgiriya welatê xwe ji helwesta Wezîrê Derve yê Îranê derheq mafê Tehranê yê sûdwergirtina ji proseya tam a navokî kir.

Mîxaîl Ulyanov, bal kişand ser gotinên Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, derbarê mafê Tehranê yê hebûna çerxa tam û tekûz a  ardûya navokî û got Îran tam heq e.

Ulyanov di peyamekê de li ser tora civakî  ya Xê peyama Eraqçî ji nû ve belav kir û  gotinên wî erê kir û nivîsî: Ez tercîh dikim ku di vê qonaxa hestyar a muzakiran de bala xwe nedim ser  hûrgiliyan lê Wezîrê Karên Derve yê Îran;, Ebas Eraqçî tam heq e.

Wî tekez kir: Li gorî NPT (Peymana  qedexeya belavkirina çekên navokî) welatên endam ne tenê hin erk û berpirsiyariyên bingehîn tinene  belku xwediyê hin mafên bingehîn in ku meriv nikare bixe ber pirsan û wan bêpar bike. 

Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê berê di peyamekê de li  Xê nivîsîbû: Tiştê ku ez dixwazim bêjim ev e ku dubarekirina derewan dê rastiyên bingehîn neguherîne.

Îran wek yek ji îmzekerên sereke ên NPTyê mafdar e ku çerxa tam ûp tekûz aardûya navokî hebe. Wekî din, çend endamên NPT hene ku uranyûmê zengîn dikin di heman demê de tam çekên navokî red dikin. Ev kom çend  welatên Asyayî, Ewropî û Amerîkaya Başûr digire ber xwe. devojeniyên bi fitne tenê dê şansê serkeftinê ji holê rake. hevhatineke resen û mayînde heye. Tenê pêwîstî bi îradeyeke siyasî ya bihêz û nêrîneke  dadperwerane heye.

Serepeyv