Daketina buhaya cîhanî ya niftê piştî dilnigeraniyên ji ber şerê bazirganî
Daketina buhaya cîhanê ya niftê piştî fikarên şerê bazirganî ku perspektîva daxwaza cîhanî ji bo vê berhemê lawaz kiriye, roja çarşemê jî berdwam kir.
Bihaya niftêm Brênt û West Tegzas Intermediate, vê mehê di rêzê de, sedî 15 û 16 daketine, ku rêjeya herî zêde ya daketina bihayê ji Mijdara 2021an ve heta niha ye.
Her du niftên pîvan piştî ragehandina tarîfeyên li ser kelûpelên bîyanî li Amerîkayê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Amerîkayê ve, gelekî daketin. Ev buha piştre bi berteka Çînê derheq tolhildanê sepandina tarîfeyan ser kel û pelên amerîkî ku şerê bazirganiyê di navbera di hêzxurtên bikirrê niftê gurtir kir, pirtir daket.
Encama rapirsiyan nîşan dide ku tarîfeyên Trump ser kel û pelên bîyanî, aboriya cîhanê rastî pirsgirêkê kiriye.