Serokwezîrê Hindê: Cinayet yê bêceza nemîne
Nîsan 24, 2025 16:47 Asia/Tehran
Serokwezîrê Hindê Narindra Mûdî soz daye ku milîtanên berpirsê êrişa terorîstî ya li Kişmîrê ku di encamê da zêde ji 24 kesî hatin kuştin, peyda bike û pêgirî kir ku welatê wî yê ``her terorîstî û piştgirê wî li her dera cîhanê be, nas bike, bişopîne û ceza bike.``
Ez ji hemî cîhanê ra dibêjim: Hind yê terorîstan û piştgirên wan nas bike, dîwana wan bike û ceza bike. Em ê heta dawîya dinyayê bi dû wan bin. Rihê Hindê yê qet himber terorîsmê teslîm nebe.``
Terorîsm yê bêceza nemîne. Dê hemî hewil ji bo pêkanîna dadê bên dayîn. Hemî gelê me dê vê yekê bike. Her kesê ku bawerî li merivantîyê heye, bi me ra ye.
Ez sipasîya gel û rêvebirên welatên curbicur ku di vê bûyerê da li rex me ne, dikim.