Berdewambûna êrişên Ukraynê tevî ragihandina agirbesê
Nîsan 20, 2025 15:29 Asia/Tehran
Tevî ragihandina agirbesê ji hêla Serokomarê Ûrsêtê va, Ukraynê êrişî şarekî Ûrsêtê kir.
Ev êrişa Ukraynê sibeya roja Cejna Pak tevî ragihandina agirbesê ji hêla Ûrsêtê va, pêk hatîye. Ev di halekî da ye ku Vilademîr Pûtîn Serokomarê Ûrsêtê duh ferman da ku hemî operasyonên leşkerî dijî Ukraynê nêzî 2 rojan bên sekinandin.
Nivîsgeha Serokomartîya Ûrsêtê ragihand: Hêzên Ûrsêtê divê ji bo pûçkirina her cure binpêkirina ihtimalî ya agirbesê û liv û tevgerên Ukraynê amade bin.