Nîsan 20, 2025 15:09 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana amerîkîyan dijî Trump

Bi hezaran kes li hemî 50 eyaletên Amerîkayê daketin kolanan û di çarçova Tevgera 50501ê da bi durişman nerazîbûna xwe himber sîyasetên Trump nîşan dan.

Nerazîyên amerîkî ragihandin: Em ji xelkên cîhanê ra radigihînin ku çîn û qata karker a Amerîkasyê yê êdî himber hilweşîna sazî û dezgehên demokiratîk, azadîyên sivîl û qanûnî ya bi destê şebekeyeke milyarderan, lobîyan û rayedarên ku derheq karnama xwe bersivê nadin, bêdeng nemîne.

Yek ji berdevkên sereke yên Tevgera 50501ê di vê kombûnê da got: Em ne tenê ji bo  nerazîbûnê hatine kolanan; em hatine ku siberojekê ava bikin ku tê da kesekî fenanî Trump nekaribe demokirasîyê rehîn bigire. Nerazîyan li hinek şaran alaya Fiilstînê û wêneyên zarokên Xezzeyê dan destê xwe û xwestin ku piştgirîya Amerîkayê ji Israyîlê were bidawîhanîn. 

Serepeyv