Nîsan 07, 2025 15:10 Asia/Tehran
  • Senders: Amerîka niha bi tenê demokrasiya nîvcû ye

Senatorê serbixwe yê amerîkî, bi rexnekirina bidesthilatbûna milyardêran di hikûmeta vî welatî de, derbarê zêdebûna ferqa di navbera çîn û qatan di civaka Amerîkayê de hişyarî da.

 Bêrnî Senderz Amerîka  mîna  demokrasiyekê nîvcû bi nav kir û got: Sedema jinavçûna demokrasiyê li Amerîkayê şêwaza  hikûmeta Donald Trump û serdestbûna berfireh a dewlemendan  ser her du partiyên sereke yên Amerîkayê ye.

Senders got, Amerîka îro rojê rastî asteke bêmînak ya xeterê  hatiye, tişta ku min di jiyana xwe de qet nedîtiye. Wî got ku em miletek in ku bi lez ber bi olîgarşiyê ve diçe, ku tê vê wateyê ku hukûmetek me heye ku ji aliyê çîn û qata milyardêran ve,ji bo çîn û qata  milyarderan tê rêvebirin.

Vî senatorê amerîkî wek berteka li himber gotinên Trump derbarê namzediya wî ji bo dewra bê ya serokomariyê jî got ku Trump û Komarîxwazan baweriya xwe bi serweriya qanûnê tinene. Ew baweriya xwe bi destûra bingehîn tine ne.

Serepeyv