Nîsan 01, 2025 17:22 Asia/Tehran
  • Ingilîsê himber biryareke Trump bertek nîşan; Hemî bijare ser masê ne

Serokwezîrê Ingilîsê got ku London ji biryar û sîyaseta Trump a zêdekirina xeraca gumrikê nerazî ye û hemî bijare ji wan pêngavên beranber ên ticarî ser masê ne.

Serokwezîrê Ingilîsê wek berteka himber sîyaseta Trump a zêdekirina xeracên gumrikê têkildarî kel û pelên ewrûpî got ku London ji biryara Qesra Sipî nerazî ye û hemî bijare ji wan pêngavên beranber ên ticarî ji bo berteknîşandayîna himber wê biryara Trump ser masê ne.

Kîyêr Istemer pêgirî kir ku hikûmeta wî naxwaze gêre tund bibe, lê heke Amerîka xeracên nû bisepîne, dê neçar be ku berjewendîyên xwe yên aborî biparêze.

Serokwezîrê Ingilîsê herwiha got ku kes hejî şerê ticarî nake, lê ez divê di çarçova berjewendîyên netewî da pêngavan rakim û wateya vê yekê jî ev e ku divê hemî bijare ser masê bimînin.

Trump vê dawîyê şerekî xeracê yê tam dijî şirîkên dêrîn ên Amerîkayê dest pê kirîye. 

Serepeyv