Nerazîbûna bi hezar almanîyan himber bicihkirina mûşekên amerîkî li axa wî welatî
Hevgavê zêdebûna dilnigeranbûna derbara gêreyên leşkerî li Ewrûpayê da, bi hezaran welatîyên almanî xwenîşandanek bi nîşana nerazîbûna himber bicihkirina mûşekên navînbirr ên Amerîkayê û planên nû yên têkildarî çek û rextan li axa Almanê, li dar xistin.
Nêzî 2500 kesî li şarê Vîsbaden ê Almanê bi nîşana nerazîbûna himber bicihkirina mûşekên navînbirr ên Amerîkayê li axa wî welatî û xurtkirina şîyana leşkerî, xwenîşandanek li dar xistin.
Nerazî dijî jinûvekirin û teyarkirina dubare ya artêşa Almanê derketine. Ev xwenîşandana ib piştgirîya partî û komên fenanî Partîya Çepgir a Almanê, Hevalbendîya Vîsbaden Dijî Bicihkirina Mûşekan û Komxebata Aştî û Siberojê ya Frankfortê hat lidarxistin.
Berî vîya hejmareke kesayetîyên sîyasî, çalakên mafên merivan û kesayetîyên din ên almanî wek berteka himber bicihkirina mûşekên navînbirr û kurtmenzîl ên Amerîkayê li Almanê hişyarî dabûn ku ev kara dikare bibe zemîneyek ji bo şêrr di navbera Alman û Ûrsêtê da.