Pêgîriya welatên cîhanê li ser pêwîstiya derketina Rejîma Siyonîst ji axa Sûriyê
Nûnerên welatên cîhanê di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY li ser pêwîstiya derketina Rejîma Siyonîst ji axa Sûriyê pêgîrî kirin û tenê nûnerê Amerîkayê bi awayeka giştalî piştgîrî da karên êrişkir û dagikiriya Siyonîstan.
Nûnerê Çînê di civîna Konseya ewlehiyê bi şermezarkirina êrişên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê li ser pêwîstiya derketina lezgîn a vê rejîmê ji navçeyên ku piştî têkçûna nizama Sûriyê û bi bikaranîna narewa ji bêdengî û bêtevgerbûna hikûmeta Colanî dagîr kiribûn, pêgîrî kir.
Nûnerê Firansayê jî di civîna Konseya Ewlehiyê ragihand ku divê Îsraîl ji Sûriyê paşda vekişe û rêzê li desthilatdarî û yekperçetiya axa Sûriyê bigire. Alîkarê nûnerê Rûsiyê jî di vê civînê de li ser pêwîstiya paşdavekişîna ji navçeyên ku li Sûriyê dagîr kirine, pêgîrî kir.