Adar 24, 2025 18:10 Asia/Tehran
  • Kirêmlîn: Welatên rojavayî dewsa aştiyê di fikra şêrr da ne

Berdevkê serokomartiya Rûsiyê, nihêrîna Ewrûpayê li hember şerrê Ûkraynê, newekhev wesif kir û got: Alîgirên Kiyêvê sivê ji aştiyê hez bikin, lê tenê behsa şerr û karên leşkerî dikin.

Dîmîtrî Pêskov, berdevkê serokomartiya Rûsiyê destnîşan kir: Nihêrîna hêzxurtên li welatên rojavayî li hember pevçûna Ûkraynê, bêwate ye ji ber ku ew dewsa aştiyê, biryar dane bêyî berçavgirtina dûhatan, bikevin nava şêr de.

Wî herwiha got: Welatên rojavayî dewsa ku sedemên sereke yên van pevçûnan hilkolînin, behsa bicihkirina hêzên NATO`yê li axa Ûkraynê dikin û fêmkirina vê siyaseta leşkerî ya bêsînor a Ewrûpayê ku ti rêyek ji bo wesifkirina wê tine, dijwar e.

Serepeyv