Êrişeke xwekujîyê Li Pakistanê
Adar 16, 2025 17:09 Asia/Tehran
Di encama teqînekê da li eyaleta Belûçistan a Pakistanê da 5 kes hatin kuştin û çend kes jî hatin birîndarkirin.
Îro li cadeya Noşkî- Dalbendîn a eyaleta Belûçistan a Pakistanê da teqînek qewimî, teqîn ser rêya otobusekê pêk hat. Hin çavkanîyan ragihandin ku ew teqîn bi awayê êrişa xwekujîyê pêk hatîye û terorîstan bi awayê hevgav otobusa hilgirê hêzên emnî kirine armanc.
Koma terorîst a Artêşa Azadkirinê ya Belûç berpirsyarîya vê êrişê da ustîyê xwe.