Li Pakistanê êrişa xwekujîyê ya serneketî; 10 êrişker hatin kuştin
Adar 13, 2025 18:48 Asia/Tehran
Êrişa xwekujîyê ya ser birca nobedarîyê ya hêzên sînorparêz li bakur-rojavaya Pakistanê bê-encam ma û di encama pevçûnê da herîkêm 10 êrişker hatin kuştin.
Wezîrê Karên Hundur ê Pakistanê piştrast kir ku terorîstan êrişeke xwekujîyê dijî birca nobedarîyê ya hêzên sînorparêz ên artêşa vî welatî li devera Tank li eyaleta Xeyber- Pextûnxwahê pêk anî ku di encama pêngava demlidest a hêzên emnî da hat pûçkirin.
Wî herwiha got: Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî û terorîstan da, herîkêm 10 êrişker hatin kuştin.
Çavkanîyên herêmî ragihandin ku êrişa îro ji hêla koma terorîst a Tehrîk-Taliban a Pakistanê va pêk hatîye.
Islamvayê idia kir ku terorîst axa Efganistanê ji bo êrişên di nav axa Pakistanê da bi kar tînin.