Adar 07, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Esmangera Amerîkayê ji bo cara duyem li esmîn teqîya

Gemiya esmanger a Star Şîp a Amerîkayê ji bo cara duyem li pey hev li esmîn teqîya û ji ber vê yekê geştên esmanî li eyaleta Filorîda ya vî welatî aloz bûn.

Gemîya esmanger a Star Şîo ku ya şirketa Spîs Îksê ya Îlan Mask mîlyarderê amerîkî  ye duh geşta xwe ya têstê ya heştan dest pê kir, lê ev geşta jî fenanî ya berê serkevtî nebû.

Kes di vê gemîya esmanger da nebû û biryar bû ku ev erkdarîya roja duşemê pêk were, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî bo roja pêncşem ango duh hatibû paşdaxistin.

Dayra Esmangerîya federal a Amerîkayê jî demlidest bi dû vê bûyerê hemî geştên ber bi balafirgehên Mêyamêyê û çend balafirgehên din bi hegera jordaketina pirtîyên wê gemîyê sekinand. 

Serepeyv