Dûhatên rawestandina alîkariyên Amerîkayê bo Ûkraynê
Adar 04, 2025 18:19 Asia/Tehran
Biryara Amerîkayê ya li ser rawestandina şandina alîkariyên leşkerî bo Ûkraynê bûye sedema hêrsbûna rayedar û parlimanterên vî welatî.
Elêksandêr Mêrêjko, serokê komîteya peywendiyên derveyî ya Parlimana Ûkraynê got: Hûn ê gelek zû dûhatên cidî û bixeter ên vê biryarê bibînin. Bandora vê rawestandinê wê di rojên dahatî da li qada şêrr da aşkera bibe.
Wî herwiha got: Tam dema ku hewcetiya me li çek û piştgîriya Amerîkayê heye, wer xûya dike ku wan pişta Rûsiyê girtiye. Ez ji Tiramp dixwezim bi vê mijara metirsîdar re nelîze ji ber ku mijar, mijara canê mirovan e. Komeka piştgira Ûkraynê wek berteka li hember biryara Tiramp îdia kir ku wî ûkraynî bernedayî li emana Xwedê.