Adar 02, 2025 17:29 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Exlaqê serokên ewropî êdî nemaye

Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyê, derbarê seredana bigengeşe ya Serokomarê Ukraynê bo Amerîkayê got: Serederiya bêmînak a bi Zêlênskî re şehediya lawazbûna ji hêla siyasî ve û ji navçûna bêsînor a exlaqê serokên ewropî ye.

Mariya Zaxarova ragihand: Sefera Zêlênskî bo Waşîngtonê, şikestineke tam a siyasî û dîplomatîk ji bo rejîma Kîyêvê nîşan da. Wê herwiha got: Zêlênskî bi reftarên xwe yên li Amerîkayê piştrast kir ku ew gefa herî metirsîdar e li ser civaka navdewletî wekî destpêkerê şerekî mezin.

Serepeyv