Sibat 20, 2025 19:47 Asia/Tehran

Donald Tiramp serokomarê Amerîkayê careke din amajeyî siyaseta zexta herî zêde ya dijî Komara Îslamî ya Îranê kir û îdia kir ku ev yek bi armanca pêkanîna aştiyê ye û Waşîngton rê nade Têhran û welatên din bibin xwedî çekên atomî.

Tiramp roja Çarşemî 19`ê Sibatê li civîna Insiyatîfa Sermayedanîna Pêşerojê, li bajarê Meyamî ya eyaleta Florîdayê îdia kir ku divê li Rojhilata Navîn aramî û aşitî hebe û ji bo vê yekê jî siyaseta zexta herî zêde li dijî Îranê ji bo pêkanîna aştiyê ji nû ve dest pê kiriye û Hûsiyan(Ensarullaha Yemenê) xistiye lîsteya komên terorîst. Tiramp diyar kir: Me dîsa bi armanca pêkanîna aştiyê siyaseta zexta herî zêde li dijî Îranê sepand. Em nikarin rê bidin welatên ku Îran jî di nav de ye bibin xwedî çekên navokî. Di vê navberê de, Rafaêl Girûsî, serêveberê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, roja 21`ê Çilleya 2025`an li kêleka civîna Davosê careka din got: Me tu delîlek li ser çêkirina çekên navokî yên Îranê tine. Di rastî de ev tohmet di demekê de hatine kirin ku Komara Îslamî ya Îranê çendîn caran ragehandiye ku, ne tenê ti planek bo çêkirina çekên navokî tine, belkî ber bi wê ve jî naçe. Berovajî tohmetên bêbingeh ên welatên rojavayî li ser hewldana Têhranê ji bo bidestxistina çekên navokî, Îranê kariye heta asteka mezin teknolojiya navokî ya aştiyane di warên curbicur de ji wan berhemanîna elektrîkê, derman, çandinî û warên din bikar bîne. Bi taybet li berçavgirtina perspektîfa pêwîstiya Îranê bi elektrîkê, berhemanîna elektrîkê ji aliyê hêzgehên navokî ve tê berçavgirtin.

Serepeyv